Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a hovane ku binesaziyê dike armanc şermezar kirin.
Meş ji qada Şehîd Xebat a navçeyê destpê kir.
Di meşê de, kesên axivîn behsa hovîtiya êrîşên dewleta Tirk û berxwedana gelê Rojava kirin.
Her weha daxuyaniyek hat dayîn, salvegera 25 a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hat gotin:
Niyeta hovane ya faşîzma Tirk a ji bo tunekirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelê Kurd eşkere kir.
Bang li hêzên demokratîk û dostên gelê Kurd hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwesteke tund nîşan bidin.
Her wha banga berxwedanê li gel hat kirin.