Wagner: Me ji bo niha wergirtina çekdaran rawestandiye

Lîderê koma Wagner Prigojin got: Heta em zehmetiyên endaman nebînin, wê çekdarên nû yên kirêkirî wernegirîn.
Di heman demê de wê hebûna xwe ya li Afrîka jî zêdetir bikin.

Xwediyê koma çekdarên Rûsî Wagner Yevgeny Prigojin ragihand ku wan dest ji qebûlkirina endamên nû berdaye.

Prigojin got,

“Heta ji mere pêwist neke, em ê endameke nû bo Wagner negirtin.”

Prigojin di kanaleke Telegramê de peyameke dengî parve kir û ev tişt anî ziman.

“Îro em karên xwe yên pêş de diyar dikin, xêzên wan her ku diçe zelaltir dibin.

Bê guman ev erkên ku wê li ser navê mezinahiya Rûsyayê pêk werin.”

Lîderê Wagner diyar kir ku dibe ew di paşerojê de girtina endaman bigrin û wiha domand:

Hin şervanên me “mixabin” çûne “avahiyên hêzê”, lê niha ew dixwazin vegerin.

Prigozhin got, “Heke hûn bi me re têkiliyê deynin, em ê ji we re gelek spasdar bin.

Dema ku welat hewce bike ku komeke nû ya ku bikaribe berjewendiyên welatê me biparêze ava bike, em ê teqez dest bi leşkerkirinê bikin.”

Kremlînê ragihand ku çekdarên Wagner ên ku beşdarî serhildana Hezîranê nebûn, dê bi îmzekirina peymanê bi Wezareta Parastinê re têkevin artêşa asayî.

Endamên Wagner ên ku piştî serhildanê koçberî Belarûsê bûn, li wir perwerdeyên xwe didomînin.

Piştî 5 rojan ji serhildanê lîderê Wagner bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin pêk anî.

Herî dawî di hefteya borî Progojin di lûtkeya Afrîka-Rûsya ya li St. Petersburgê de xuya kir.

Prigojîn: Em ê hebûna xwe ya li Afrîka zêdetir bikin

Prigojin hefteya borî jî got, Wagner amade ye ku hebûna xwe li Afrîkayê bêtir berfireh bike.

Wagner ê ku piştgirî dide hikumetên Malî û Komara Afrîkaya Navîn, ji aliyê DYA’yê ve weke rêxistineke sûc tê pênasekirin û li ser wê ceza tên ferzkirin.

Prigojin îdia dike ku rêxistin li gorî qanûnên welatên ku lê kar dike tevdigere.

Rêberê Wagner ji bo darbeya leşkerî ya li Nîjerê pêk hatî jî keyfxweşiya xwe anîbû ziman.

Ji lîderên Afrîka ji bo dawî anîna şerê li Ukrayna banga agirbestê

Back to top button