HPG’ê di nava 24 saetên dawî de derbên giran li arteşa Tirk da

Gerîlayan di 24 saetên dawî de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan.
HPG ragihand ku di çalakiyên hêzên wan de yek jê payebilind 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Piştî van derbên giran HPG’ê da zanîn artêşa Tirk miriyên xwe bi alîkariya hêzên PDK’ê ji qadê dûr xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlonçoya 24 saetên dawî yê şerê li dijî dagirkeriya Tirk eşkere kir.

HPG’ê got, Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi şêwaz û taktîkên afirîner derbên giran li dagirkeran dixe û ev agahî dan:

HPG: Yek jê payebilind bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

30’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên gerîlayên HPG û YJA Starê bi çalakiyên bi bandor 8 caran li dagirkeran dan.

Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin û derb li 4 çeperan hate xistin

Heman rojê li Herêma Zapê jî gerîlayên jin bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dan.

Di çalakiya gerîlayên YJA Starê de çeperek tevî çeka A4 hate rûxandin û 3 dagirker hatin cezakirin.

Bi domdarî HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 29 û 30’ê Tîrmehê bi hevkariya hêzên PDK’ê li Girê Ortê yê herêma Metînayê dest bi êrişên nû kirin û got:

Dagirkerên ku dixwestin li Qadê bi cih bibin, ketin bin kontrola hêzên me.

Tîmên me yên gerok bi taybetî li çepera ku koordîneya êrişê tê de bû, xistin.

Li vir yek jê payebilind 6 leşkerên dagirker hatin cezakirin.

HPG: Artêşa Tirk miriyên xwe bi alîkariya PDK’ê ji qadê dûr xistin

Piştî van derbên giran HPG’ê da zanîn artêşa Tirk miriyên xwe bi alîkariya hêzên PDK’ê ji qadê dûr xistin.

Derbarê êrişên arteşa dewleta tirk a dagirker de jî HPG’ê eşkere kir ku qadên berxwendanê

bi giştî 9 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi çekên giran hatine bombekirin.

Li Metîna yek jê fermandar 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

Back to top button