Zelensky: Şer derbasî Rûsya dibe!

Şerê ku bêtirî 17 mehin li nava Ukrayna berfireh dibe.
Serokomarê Ukrayna Zelensky got: Şer êdî derbasî Rûsya dibe.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî du êrîşên balafirên bêmirov ên li Moskowê daxuyaniyek da û got, şer ber bi axa Rûsyayê ve diçe.

Zelenksy ev jî li ser zêde kir ku ev êriş xwezayî, mafdar û diyar bûn.

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 3 balafirên bêmirov li paytextê hatine xistin û 2 ji wan dema ku ketine li avahiyan qelibîne.

Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin ragihand ku êrîş bi dronan hatiye kirin û qada hewayî ya bajêr bi awayekî demkî hatiye girtin.

Piştre qada hewayî ji nû ve hat vekirin.

Zelensky doh di peyameke vîdeoyî de got;

Artêşa Ukraynayê her ku diçe bihêztir dibe.

Ukrayna kêm caran berpirsiyariya êrîşên li ser axa Rûsyayê girtiye ser xwe.

Zelensky: Şer gav bi gav nêzî Moskow dibe

Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyî de ev tişt anî ziman:

“Îro roja 522’yemîn a bi navê ‘operasyona leşkerî ya taybet’ e.

Serkirdayetiya Rûsyayê dixwest di nava çend hefteyan de biqede.

Lê niha şer gav bi gav ber bi axa Rûsyayê, navendên wê yên sembolîk û baregehên leşkerî ve diçe.”

Rayedarên Rûsyayê ragihand ku di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Şahidên bûyerê dibêjin, wan dengê teqîneke mezin bihîstiye û li derve guleyeke agir dîtiye.

Moskow ya 500 kîlometreyî ji sînorê Ukrayna dûr e, kêm caran bûye armanca êrişan.

Di wextekî ku Serokê Rûsya Vladimir Putin doh got, ew nêrîna hevîdtina li gel Ukrayna red nakin de ev êriş pêk hat.

Putin îşaret bi wê yekê jî kiribû ku dema artêşa Ukraynayê êrîş bike wê zehmet be ku agirbest pêk were.

Medvedev: Di rewşek serketina Ukraynayê de emê çekên nukleerî kar bînin

Serokê Konseya Ewlekariya Netewî ya Rûsya Dmitri Medvedev careke din gefa bikaranîna çekên nukleerî xwar.

Medvedev got, di rewşa serketina Ukrayna de ew ê çekên nukleerî bikar bînin.

Her wiha bi hatina demsala zivistanê re jî wê êrişên xwe yên li ser sîstema enerjiya wê zêde bikin.

Di lûtkeya Afrîka-Rûsya de peyama agirbestê

Ukrayna û Rûsyayê ji bo li ser maseya aştiyê rûnên gelek şert û merc danîne.

Ukrayna dixwaze artêşa Rusya giştî ji xaka welat derkeve, Rûsya jî dibêje herêmên heta niha kontrol kirine wê ji bo wan bimînin.

Di lûtkeya Afrîka-Rûsya de jî lîderên Afrîka daxwaza bidawîkirina şer kiribû.

Putin: Ukraynaya ji danûstandinan direve

Back to top button