Îro danê sibehê û seatên ber bi êvarê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên Şehba û Efrînê topbaran kirin. Di êrişa Duh ya li ser gundê Ziyaretê yê Şêrawa de jî 2 leşkerên Rêjîmê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Dagirkeran îro di se’etên sibehê de gundên Nêrebiyê ,Zîwan ,Til cenîn û Til medîq ên Şehbayê topbaran kirin .
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro danê nîvro jî gundên Semûqa, Şeale û bendava Şehbayê topbaran kirin.
Zêdetirî 40 top li gundê Şeale ketin.
Seatên ber bi êvarê jî dagirkeran derdora navçeya Til Rifetê û gundên Bêlûniyê û Alqemiyê yên Şehbayê topbaran kirin.
Di heman demê de jî gundê Merenaz û derdora gundê Dêr Cimêlê yên navçeya Şera ya Efrînê hatin topbarankirin.
Her wiha şevê din jî êriş li ser Til Rifet û Şêrawayê hebûn.
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Aqîbê, Bênê, Dêr Cemal, Ziyaretê û Soxanekê kirin armanc
Hat ragihandin di topbarana li ser gundê Ziyaretê de du leşkerên hikumeta Şamê mirin û 2 jî birîndar bûn.