Welatên Ewropa yên Cîranê sirbistanê qada hewayî li Lavrov girtin

Welatên Ewropayê yên li dora Sirbistanê, qada hewayî li balafira Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov girtine.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova diyar kir ku welatên Ewropayê yên li dora Sirbistanê qada hewayî li balafira Lavrov girtine.

Zaxarova got,

“Welatên li dora Sirbistanê, destûr nedan balafira Sergey Lavrov ku biçe Sirbistanê û rêya ragihandinê girtin (…)

Şandeya Rûs ji bo hevdîtinê wê çûban Belgradê.

Lêwelatên Yekîtiya Ewropa û NATO’yê, qadên hewayî girtin.”

Rojnameya Sirp Vecernje Novostî ragihand ku welatên navborî Bûlgaristan, Makedonya Bakur û Qeredax ên cîranê Sirbistanê ne.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Înterfaxê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke dîplomatîk a Rûs, serdana wezîrê Rûs ji ber girtina qada hewayî hate betalkirin.

Sergey Lavrov û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin jidestpêkirina şerê Ukraynayê û vir ve ji 25’ê Sibatê ve di hedefa pêkanînên YE de ne.

Back to top button