Rêveberiya Xweser a Efrînê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan şermezar kir

Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a li ser herêmê, Rêveriya Xweser a Herêma Efrînê, li Wargeha Berxwedan a Kantona Şehbayê daxuyanî da û got; “Em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hember gef û êrişan şermezar dikin”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide nakokiyên navneteweyî û trajediya gelan bi kar bîne.

Her wiha Rêveberiya Xweser got:

Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya qirkirinê li dijî gelê me didomîne, ew jî bi rêya gefxwarinan tekez dike ku ew li ser siyaseta qirkirinê bi îsrar e.

Gelê Efrîn û Şehba ku her roj biryara xwe ya li hemberî hemû planên Dewleta Tirk a faşîst bi sekna xwe ya li kampên Şehba, hilbijartina xeta berxwedanê nîşan dide.

Bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, em bêdengiya navdewletî di serî de dewletên garantor li Sûriyê, li hember gefên Erdogan û êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin.

Back to top button