Anatoly Antonov: Wê Rûsya nehêle Amerîka cezayan li Îranê bibire

Balyozê Rûsya yê li Waşingtonê Anatoly Antonov da xuyakirin ku ti bingehên qanûnî tune ne ku cezayên navneteweyî li ser Îranê bên ferzkirin.

Antonov teqez kir ku Rûsya, wê li dijî hewldanên Amerîka yên ferzkirina cezayan li ser Îranê derkeve.

Balyozê Rûsî diyar kir ku ne ji mafê Amerîka ye ku bendên biryara Konseya Ewlekariyê ya jimar 2231 bisepîne, ji ber ku ji lihevkirina Nuklerî vekişiyaye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ragihandibû ku Amerîka wê rakirina qedexeya li ser Îranê bi her awayî asteng bike.

Back to top button