Emîsyonên gaza sera di nava 800000 salî de gihiştiye asta herî bilind

Sazî, rêxistin û komeleyên naventewî yên têkildarî xebatên guhertîna avhewa li ser hev raporên xwe eşkere dikin.
Bi eşkerekirina her raporekî re metirsiya li ser cihanê hîn bi awayekî zelaltir xuya dibe.
Komeleya Meteorolojî ya Amerîka rapora xwe ya Guherîna Avhewa ya 2020’an weşand û got,
Kombûna gaza serayê ya di atmosferê de, dibe sedema guherîna avhewayê.
Ev dane ya herî bilind a ku di 800 hezar salan de hatî tomarkirin e.

Li cihanê bi 2020’an re ji her demê zêdetir, metirsiya li ser guherîna rewşa avhewa ya li cîhanê xwe da der.

Bi 2021’an re êdî bandora wê ya li ser cîhanê jî bi awayekî berçav hate dîtin.

Komeleya Meteorolojî ya Amerîka rapora xwe ya Guherîna Avhewa ya 2020’an weşand.

Komeleyê di rapora xwe de îşaret bi rêjeya karbon-dîoksît ya ku yek ji gazên sera yê ye kir.

Hate gotin,

Asta karbondîoksît (CO2) ya yek ji gazên serayê ye, ji milyonî gihîştiye 412.5 ppm.

Ppm jî tê wateya ji milyonî yek.

Ev rêje li gorî daneyên sala 2019’an ji 2.5 ppm zêde bûye.

Bi diyarbûba vê rêjeyê re derket holê ku ev daneya herî bilind ya di nava 800 hezar salên dawî de hatî tomarkirin e.

Di raporê te hate gotin, ev daneyên qala wê tê kirin, piştî lêkolînên ku li ser helîna qeşayê bides ketibûn.

Fosîl a çavkaniya xwe ji karbona zêde ya 2020’an digre, rêjeya navbera 1999-2019’an ku ji zedî zêdeyî 30 derbas kir.

Lê sedema vê zêdebûna neasayî hîna nehatiye eşkere kirin.

Di raporê de, hate destnîşan kirin ku germahiya li seranserê cîhanê ya 2020’an, bû sedema guherîna hawîrdorê.

Di demekê ku li cihanê di nava 33 salên dawiyê de helandina qeşayê zêde bûyî, germahiya li herêmên çiyayî û qeşayê jî gihiştiye asta rekorê.

Di raporê de, hat gotin asta deryayê ya gerdûnî her deh salan bi qasî 3 santîman bilind dibe.

Hat ragihandin ku 2020’an sala 9’an e bilindbûna asta deryayê rekorek şikand.

Li gel guherîna atmosfer û avhewa li deverên cihêreng ên cîhanê bû sedema baran û hişkesaliya zêde.

Ev yek jî rê li ber asankariya ji bo şewatê vedike.

Şewatên 2020’an li rojavayê DYA bûn sedem nêzî 3 qat derketina karbonê ya ji salên 2003-2010’an zêdetir be.

Asta belavkirina karbonê ya şewatên li Arktîkê li gorî par ji sedî 34 zêde bû.

Back to top button