Siûdî: Îsal ji bo hecê tenê destûra 60 hezar welatiyan hate dayîn

Wezareta Hac û Umreyê ya Erebîstana Siûdî ragihand ku îsal li welat ji bo çûyîna Hecê tenê destûr ji 60 hezar kesî re hatiye dayîn.

Hikumeta Erebistana Siûdî di derbarê Heca Mislimanan de bi hinceta vîrusa corona biryarek nû girt.

Di daxuyaniya ku ji hêla Wezareta Hac û Umreyê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku destûra Hecê ya îsal ji ber Covid-19 li 60 hezar kesên li welêt dijiyan bi sînor bû.

Hate diyarkirin divê kesên ku dixwazin hecê bikin nexweşîyek wan a kevneşopî nebe, temenê wan di navbera 18-65 salî de be û derziya li dijî vîrûsê bikar anîbe.

Wezaretê teqez kir ku ev biryar ji bo domdariya vîrûsê û metirsiya derketina mûtasyonên nû hatiye girtin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Erebîstana Siûdî, li welêt heta niha 463 hezar û 703 kes bi vîrûsa Corona ketine û ji van jî 7 hezar û 537 kesî jiyana xwe jidest dane.

Back to top button