Li Qamişlo pêşengeh bi beşdarbûna 60 kargehî hat vekirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cezîrê bi piştgiriya Federasyona Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê, pêşangeha duyemîn a berhemên xwecihî li bajarê Qamishlo vekir.

Pêşengeha berhemên xwecihî bi silogana ”Ji pîşesaziyek ekolojîk ber bi xwetêrbûnê ve” li stasiyoma Klasîko ya li rojavayê Qamişlo bi beşdarbûna 60 kargehî ve hate vekirin.

Ev yek bi armanca handana hilbera herêmî, boykotkirina tiştên biyanî û xwespartina li ser hilbirên xwe bixweyî hate vekirin.

Piştî rawistandina deqeyekê li rihê şehîdan Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo axivî û diyar kir ku ev piroje di vê dema ku aboriya herêmê tengave wê barê xelkên li deverê sivkbike.

Hevseroka desteya aborî û çandiniyê ya herêma Cazirê Hediya El-Elî jî bixêrhatina hemî amadebûyên pêşangehê kir, û destnîşan kir ku pêşangeh gavek e ji bo handana jiyana hevpar a li herêmê û xwetêrbûnê bi dest bixe.

Wê pêşengeh heta 14 Hizêranê bidûme piştire wê li bajarê Hesekê heta 19 heman mehê berdewam bike.

Back to top button