ÎHD: Hezar û 517 girtî nexweş in û rewşa 641 girtiyan xerab e

Girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de rastî hemû cure zext û binpêkirinan tên.
Li gorî Komeleya Mafê Mirovan niha hezar û 517 girtî nexweş in, ji wan rewşa 641 girtiyan giran e.
Malbatên wan jî li ser jiyana wan bitirs in û banga berdana wan dikin.

Girtiyên di girtîgehên hikumeta faşîst AKP’ê de, rastî hemû cure zext û binpêkirin tên.

Taybet girtiyên siyasî ku di bin êşkenceyeke giran de ne.

Herî dawî Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) lîsteya girtiyên nexweş ragihand.

Hevserokê Giştî yê komeleyê Turkdogan Ozturk der barê mijarê de ev agahî bi parve kirin:

Li tevahiya girtîgehan 341 hezar û 502 girtî hene.

Ji wan, hezar û 517 girtiyên nexweş hene.

Taybet rewşa 651 girtiyan xerab e.

Dawiyê, Turkdogan Ozturk daxwaza berdana hemû girtiyan kir.

Li girtîgeha islahiyê ya dîlokê greva birçîbûnê dewam dike

Li dijî van zextan girtî dest bi grevabirçîbûnê dikn û daxwaza bidawîbûna zext û binpêkirinên li dijî wan diki.

Ji wan jî girtiyên li girtîgeha Islahiye ne.

25 roj in l iê girtîgehê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome.

Malbatên Girtiyan: Divê yekser zarokên me bên berdan

Malbatên van girtiyan li ser jiyana zarokên xwebitirs in û banga berdana wan dikin.

Dayika girtiyê bi navê Mistefa Seydo, Dîlber Mela Nesan wiha nerazîbûn nîşan zextên li ser girtiyan da:

Dayika Girtiyê siyasî Kamîran Bekir Reşîd; Fatima Dîko jî behsa rewşa kurê xwe yê girtî kir.

Her wiha îro bi navê malbatên girtiyên siyasî yê Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek nivîskî hat dayîn.

Back to top button