Li Kelarê êrişên Tirkiyê hatin şermezarkirin

Ji Başûrê Kurdistanê jî bi bang û çalakiyan daxwaza bidawîkirina êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê tê kirin.
Şêniyên Kelara Germiyanê li dijî êrişan meşiyan.
Pisporê Leşkerî Osman Eskerî jî dibêje:
“PDK’ê bi kuştina Kurdan kêfxweş dibe ji bo wê rê li ber pêwîstiyên PKK’ê digire.” 

Li dijî êrişên Tirkiyeya dagirker û hevkariya PDK’ê xelkên başûrê Kurdisatnê jî bihêr in.

Şêniyên navçeya Kelar a Germiyanê li dijî van êrişan û hevkariya PDK’ê, dakektin qadan.

Li wir Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê daxuyanî da û piştrast kirin ku ji bo parastina xaka xwe ew ê her dem amade bin.

Osman Eskerî: Diyar e PDK bi kuştina Kurdan kêfxweş e

26’ê Nîsanê PDK’ê îdîa kir wan hezar û 200 maskeyên li dijî gazê yên ji bo gerîlayan dihatin şandin, desteser kirin.

Li dijî vê kirinê Pisporê Leşkerî Osman Eskerî dibêje:

“Diyar e PDK’ê bi kuştina Kurdan kêfxweş dibe, lewra rê li ber pêwîstiyan digire.”

Çalakvanên Ereb ên Kerkûkê: Êriş binpêkirina serweriya Iraqê ne

Çalakvanên sivîl ên Ereb ên li bajarê Kerkûkê jî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk dan.

Çalavanê bi navê Ehemed Rehîm anî ziman li gorî yasa û destûra Iraqê ev êriş binpêkirineke eşkere ye ji serweriya Iraqê re.

Çalakvan Re’ed Mihemed jî bang li hemû gelên Iraqê kir ku bi rengekî yekgirtî li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.

Şêniyên Helebçe: PDK bûye hevkarê kirinên Tirkiyê

Şêniyên Helebçeyê jî li dijî êrişan nerazîbûn nîşan dan.

Back to top button