Şêniyên Dêrazor: Divê cîhan piştgiriyê bide şerê li dijî ‘Terorê’

Meclisa Sivîl a Dêrazorê çalakiya konvedanê ya li djiî êrişên dewleta Tirk a dagirker di roja 2’an bi dawî kir.
Meclisê bang li cîhanê kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna QSD’ê û Rêveberiya Xweser a li dijî ‘terorê’.

Duh Meclisa Sivîl ya Dêrazorê, li bajarokê Hecînê li dijî êrişên li ser herêmê çalakiya konvedanê li dar xist.

Çalakî îro di roja 2’an de, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniya Meclisê de, wiha hate gotin:

“Piştî biryara Rêveberiya Xweser a destpêkirina darizandina DAIŞ’iyên biyanî, dagirkeriyê êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Ev siyaset, ji tevahî cîhanê re aşkera ye, ji lew re divê hêzên navneteweyî yên ku şerê terorê dikin bi hêz û israr li hember binpêkirinên Tirkiyê bisekinin.

Dawiyê hate diyarkirin ku divê cîhan destekê bide QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Meclisa Herêma Rojava: Dawî li van binpêkirinan û êrişan bînin

Back to top button