Şêniyên Herêma Cizîrê li dijî êrişan peyama berxwedan û tekoşînê dan

Li navçe û bajarên herêma Cizîrê bi çalakiyan cûda êrişên li ser herêmê hatin şermzar kirin.
Gel li dijî êrişan peyama bilindikirina berxwedan û tekoşînê dan.

Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavbera dewam dikin.

Duh balafirek bê mirov ya dewleta dagirker li erebeya Meclisa Kantona Qamişlo da.

Di êrişê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevseorkatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn.

Gelên Herêmê li dijî van êrişan û bêdengiya hêzên gerantor bertek nîşan didin.

Di vê çarçoveyê de, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo dijî êrişan daxuyaniyek da.

Melisê êirşê şermzar kir û ev bang li gelên herêmê kir.

Li navçeyên Çil Axa, Girkê Legê û Amûdê yên kantona Qamişlo li dijî êrişan daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de, Îşaret bi polîtîkayên tunekirinê yên ku dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne hat kirin û ev titş hate gotin:

“Gelê herêmê gelekî berxwedêre, ji ber ku li hemberî teror û dagirkiriyê bi israr li ber xwe da.

Dawiyê bang li rêxistinê mafên mirovan û yên hiqûqî hate kirin ku li dijî êirşan bi erkên xwe rabin.

Meclisa Jinan ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê jî êrişên dagirkeriyê şermzar kirin.

Şêniyên Hesekê bang li cîhanê kirin ku dakevin qadan û piştgirina Şoreşa Rojava bikin.

Dawiyê Şêniyan teqez kirin ku ew ê bi hemû derfetên xwe li dijî êrişan li ber xwe bidin û têbikoşin.

Li aliyek din, cezayê dispilîne yên qedexeya mafê hevdîtinê heta 6 mehên din bi Rêber Abdullah Ocelan re rastî bertekan tê.

Şêniyên navçeya Til Temir ya kantona Hesekê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan.

Di çalakiyê de kesên axivîn, êrişên li ser herêmê û tecîrda li dijî Rêber Apo şemezar kirin.

Back to top button