Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encama şerê li gundên nêzî rêya M4 ya navneteweyî de 3 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
5’ê Adarê li herêma Eyn Îsa droneke çeteyên dewleta Tirk ji aliyê şervanan ve hat xistin.
7’ê Adarê jî artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê xwest êriş bibin ser gundên derdora rêka M4 ya navdewletî.
Şervanên QSD’ê jî bersiv da êrîşên dagirkeriyê û şer derket.
Di encama de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
Her wiha wesayîteke leşkerî û doçkayek hatin bêkêrkirin..
QSD’ê diyar kir ku di van şeran de şervanek şehîd û yek jî birîndar bû.
Her wiha QSD’ê da zanîn ku li herêmên Til Temir û Eyn Îsa artêşa dewleta Tirk fealiyetên xwe yên keşf û bombebaranê bê navber didomînin.