Şêniyên Herêma Firatê: Divê Hêzên Gerantor bi erkên xwe rabin

Li herêma Firatê û Efrînê jî bi çalakiyan êrişên dewleta Tirk li ser herêmê hatin şermzar kirin.
Şêniyan bang li hêzên gerantor kirin ku li dijî êrişan bi erkên xwe rabin.

Li Kobanê Koordînasyona Jinan a Herêma Firatê jî derbarê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker hemwextî biryara Rêveberiya Xweser a destpêkirina darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê pêk hatin.

Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk ya piştgiriyê dide terorê, dadgekirinê naxwaze da ku rastî û piştgiriya wê ji DAIŞ’ê re eşkere nebe.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa jî daxuyaniyek da.

Hate gotin, ji bo têkbirina pirojeye netewa deokratîk êrîş pêk tên.

Ev êrîşên hovane yên li ser gel û rêxistina me didin meşandin şerekî îdeolojîk û pêkanîna êrîşên sîstema faşîst yên li ser projeya Netewa Demokratîk e.

Kombûnê bêdengiya hêzên gerantor wek Rûsya û Amêrîka şermezar kir.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Kombûnê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li dijî herêmê de jinan hedef digire û hat gotin:

“Em ê têkoşîna şehîd Yursa û Leyman dewam bikin.

Li Herêma Efrînê êirşên dagirkeriyê hatin şermzarkirn

Kongra Star a kantona Efrîn-Şehba jî bi daxuyaniyekê helwesta xwe parve kir.

Kongra Star diyar kir ku siyaseta hedefgirtinê ya ku dewleta tirk dimeşîne eşkere bûye.

Wek Kongra Star a kantona Efrîn Şehba, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û van êrişan hovane şermezar dikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî têkildarî mijarê daxuyanî da.

Meclisê diyar kir kir ku êrişa dawîn a dewleta Tirk a dagirker hemwextî civîn Astanayê pêk hatine.

Malbatên Şehîdan dawiyê soza dewamiya riya şehîdan dan û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Back to top button