KJK: Civaka navneteweyî li hemberî êrîşan bêdeng e

TEV-DEM’ê, PYD’ê, KJK’e, PJAK û RJAK’ê bi daxuyaniyên cuda êriş û komkujiya ku dewleta Tirk li Tirbespiyê pêk anî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de hat gotin ku êrişên dewleta Tirk gelan natirsînin û banga têkoşîna hevpar li her kesî hat kirin.

Koordînasyona KJK’e jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û got:

“Çarenûsa gelê me û Rojava di bin rîskê de ye.

Berdêla xwe çi dibe bila bibe, divê em nehêlin derb li destketiyên me bên xistin.”

KJK destnîşan kir ku dewleta Tirk sed salin bi rengekî bê navber qirkirinê li gelê Kurd ferz dike û tunekirina gelê Kurd, pêşeng, rêberên têkoşîn û berxwedanê ji xwe re kiriye polîtîkayek û pêk tîne.

KJK’e got:

“Hêzên Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û civaka navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdeng in.

Ev bêdengî cihê xwe di nav pîvaneke exlaqî de nîne.”

KJK banga mezinkirina têkoşînê kir

Koordînasyona KJK’e diyar kir ku êrîş giştî ne û li ser beşên din ên Kurdistanê jî tên kirin û bang li gel û jinên kurd kir ku li her qadê têkoşînê mezin bikin.

Back to top button