PYD: Em ê riya şehîd Rîhan, Yusra û Furat heta serkeftinê bişopînin

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratî PYD’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got, em ê riya şehîd Rîhan, Yusra û Furat heta serkeftinê bişopînin.

PYD’ê têkildarî êrişa duh a dewleta Tirk li Tirbispiyê daxuyaniyek nivîskî da.

PYD’ê destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest , taybet ji malbata şehîd Lîman Şiwêş (Rîhan) re xwest û got:

Malbata Şiwêş ji bo bidestxistina azadî û rûmeta gelê Kurd qurbaniyên mezin dane.

Şehadeta rêheval Rîhan ji bo gelê Kurd û gelên herêmê windahiyeke mezin bû.

Şehîd Rîhan yek ji jinên yekemîn bû ku tevlî refên şoreşa Kurdistanê bû û di têkoşîna xwe de bû sembola jina Kurd a qehreman.

Ew ji çiyayên Kurdistanê, hemû jiyana xwe û heta roja şehadetê ji bo azadiya gelê xwe fedayetî kir.

Rêheval Rîhan ji bo azadiya jinan bi salan di nava karê Kongra Star de xebat kir.

Em weke PYD’ê soz didin şehîd Lîman, Yusra û Furat û hemû şehîdên azadiyê ku fedekariya wan bi serketinê tacîdar bikin.

TEV-DEM’ê ji bo êrişên Tirkiyê daxuyanî da

Back to top button