Rêveberiya Xweser: 26 navendên wergirtina Ceh û Genim amade ne

Rêveberiya Xweser ragihand ku wan 26 navend ji bo wergirtina Ceh û Genim amade kirine û texmîn dikin 500 hezar ton genim werbigirin.

Li gorî Hevserokê Desteya Aborî û Çandinyê Selman Barodo 300 hektar zeviyên avî hatine çandin û texmîn dikin 500 hezar ton genim werin berhevkirin.

Rêveberiya Xweser: Wê 500 hezar ton genim werin berhevkirin

Rêveberiya Xweser dê kîloya Genim bi 1150 L.S û ya Ceh jî bi 850 L.S ji cotkaran bikire û Barodo da zanîn ku wê nirxê Genim li gorî pileyan were diyarkirin.

28 Nîsana borî jî Rêveberiyê eşkere kir ku wê îsal tevahiya berhemên cotkaran bikirin da ku kêmanî di sala bê de çênebin.

Back to top button