Ciwanên Kurd li Berlînê bi çalakiyek tecrîd şermezar kirin

Ciwanên Kurd li Berlînê li dijî tecrîda girankirî a li ser rêber Apo çalakiyek li dar xistin.
Her wiha Ciwanên Kurd û Enternasyonalîst li Almanyayê jî ji bo bala hikumeta Elman pikşînin ser êrişên dewleta Tirk, girtin ser civîneke SPD’ê.

Li paytexta Almanya Berlînê Ciwanên Kurd bi çalakiyekê tecrîda ser rêber Ocalan protestokirin.

Ciwanan diyar kirin ku ew durûtiya CTP’ê red dikin û gotin:

“Nabe ku pêşeroja ciwanan, li pişt deriyê Îmralî bê tecrîdkirin.”

Li Stûttgartê ciwanan êrişên kîmyewî şermezar kirin

Ciwanên Kurd û Enternasyonalîst li Stûttgartê ji bo bala hikumeta Alman pikşînin ser êrişên dewleta Tirk, girtin ser civîneke SPD’ê.

Ciwanan bi pankarta bi nivîsa “Êrîşên kîmyewî yên li ser gelê Kurd rawestînin” ketin salona civînê.

Ciwanan bi bîr xistin ku Wezîra Karên Hundir a Elman Nancy Faeser a SPD’î, beriya demekê bi nûnerên hikumeta AKP-MHP’ê hevdîtin kir û gotin:

”Em vê hevkariya SPD’ê û Tirkiyeyê qebûl nakin.”

Back to top button