Şandeya Katalonyayê serdana Komîteya Koçberên Serêkaniyê kir

Roja Şemiyê Şandeyeke Katalonyayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ..
Şandeyê duh serdana Komîteya Koçberên Serêkaniyê kir..
Di serdanê de piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da.

Şandeyê duh serdana Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya li navçeya Amûdê kir.

Di hevdîtinê de bal li ser rewşa koçberên Serêkaniyê hat kişandin.

Şandeyê piştgiriya xwe ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberên Serêkaniyê re nîşan da.

Di hevdîtinê de berxwedana gelê herêmê di nava şert û mercên giran hatin nîqaşkirin.

Seroketiya parlamenter Ruben Wagensberg tekez kir ku ew ê dengê gelê herêmê bigihînin konsolosxaneya Spanyayê ..

Her wiha têkildarî sûcên li dijî jin, zarok û tevahî gel pirsan ji wan bikin.

Şandeyê di dawiya hevdîtinê de diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna projeyên hatine nîqaşkirin bixebitin.

Back to top button