HPG: Dewleta Tirk a ku ji gerîla derbên giran dixwe xwezaya Kurdistanê talan dike

Dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’yê Nîsanê û virde êrîşî başûrê Kurdistanê dike ji gerîlayên Kurdistanê derbên giran dixwe.
HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk êrişî xwezaya Kurdistanê dike û daristanan dişewitînin.
HPG’ê bang li her kesî kir ku li hember vê siyaseta talanger bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk ya dagirker bi piştgiriya hêzên navnetewî û hêzên paşverû yên herêmî êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dike.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi berxwedaneke mezin bersiva êrîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û berxwedana gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 30’ê Gulanê helîkopterên êrişê qadên Cîlo yê Biçûk, Şamkê û Şehîd Tûfan yên herêma Zapê bombebarankirin.

Hat diyar kirin gerîla ji du baskan ve bi çekên giran li helîkopteran dan û helîkopter neçar man ku ji qadê vekişin.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn.

Hat diyar kirin 29, 30 û 31’ê Gulanê herêmên Garê, Kanî Masî ya bi ser Amediyê, Herêma Basya, û Zap bi Guleyên Hawan, helîkopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir ji ber van êrîşan tişte bi hêzên gerîla nehatiye.

HPG’ê da zanîn dewleta Tirk ya dagirker a ku li dijî berxwedana gerîla derbên giran dixwe xwezaya Kurdistanê talan dike û dişewitîne û wiha got,

“Dewleta Tirk li qadên ku xwe digihîne, bi destê çeteyên noker darên li Kurdistanê dibire. Li cihê ku nikare xwe bigihîne jî bi obus û hawanan bombebaran dike û dişewitîne. Di heman demê de bombeyan li zevî, daristan û bexçeyên gundiyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne û xisarê li wan dike.”

HPG’ê bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz û saziyên pêwendîdar kir ku li dijî vê siyaseta talanger ya dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Back to top button