Çalakgerên Hewlêrê banga berdana girtiyên Behdînanê dikin

Rojnameger û çalakgerên Hewlêrê diyar kir ku desthilata herêmê hewl dide bi rêya yasayê, dengê azadîxwazan qut bike.

Rojnamevan Îsa Ebdulqehar anî ziman ku hikumeta herêmê dixwaze li Hewlêr û Dihokê rojnamegerî û karê rêxistinên sivîl ji holê rake.

Îsa Ebdulqehar diyarkir ku desthilat nikare rojnamegeran weke berê bikuje û wenda bike, lê ji bo bêdengkirinê hewl dide bi rêya yasayê wan bigire û wan bêdeng bike.

Çalakger Dana Hesen jî der barê dosyaya girtiyên Behdînanê de bang li Dadgeha Temyîzê kir ku biryara darizandinê ji nû ve di ber çavan re derbas bike û di zûtirîn demê de rojnameger û çalakgeran berde.

Girtiyên Behdînanê ji 16’ê Sibata vê salê ve di girtîgehê de ne û li gorî biryara Dadgeha Temyîzê, heya 6 salan dê cezaya xwe bixwin.

Back to top button