Ji ber vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê, Awistralya balyozxaneya digire

Dewleta Awistraliya raghand ku ji ber vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê, ew ê balyozxaneya xweya li Efxanistanê heta demeke nediyarkirî bigirin.

Serokwezîrê Awistralya Skot Morîson raghand ku Awistarlya dê balyozxaneya xwe ya li Afxanistanê dê 28’ê Gulanê bigre.

Skot Morîson da zanîn ku sedma girtina balyozxaneyê vedigere vekişîna hêzên Amerîka û derketina girûpeke hêzên Awistraliyê ji Afxanistanê, ji ber ku wê ewlehî li Kabolê nemîne.

Her wiha Morîson da xwiyakirin ku girtina balyozxaneya Awistralî dê “Demkî” be, li gorî şert û mercên ewlehî li herêmê dê vebe.

Tê zanîn ku ji 1’ê gulanê bi derketina hêzên Amerîkî êrîş û kiryarên hovane li Afxanistanê zêdebûye.

Back to top button