
Dengên ku banga naskirina fermî ya Rêveberiya Xweser li civaka navdewletî dikin, her ku diçe zêdetir dibin.
Şêxê Eşîra El-Elî ya Reqayê Remedan El-Rehal derbarê mijarê de ji ajansa Hawarê re axivî.
El-Rehal diyar kir ku rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi destkeftiyên QSD`ê hatiye bi destxistin, riya herî baş a çareserkirina alziya Sûriyê ye.
El-Rehal bibîr xist ku di herêmên Rêveberiya Xweser de 6 milyon kesên ji gelek pêkhateyan jiyan dikin û hemû di bin sîwanekê de xwedî nasname ne.
Şêx Eşîra El-Elî di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên rêveberiya xweser ji bo xizmeta civakê û bang li civaka navdewletî kir ku dem hatiye Rêveberiya Xweser fermî nas bike.