“Wê hejmareke komîte û komîseriya bilind a hilbijartinan were avakirin”

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîêl Şamûn diyarkir ku piştî erêkirina Hevpeymana Civakî wê hejmareke komîte û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan werin avakirin.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gabrîêl Şamûn derbarê gavên ku wê bê avîtin ev agahî da:

“Gava duyemîn dê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan were avakirin.

Komîserî dê ji bo pêkanîna hilbijartinan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her heft kantonên ku di Hevpeymana Civakî de hatine ragihandin.”

Şamûn îşaret pê kir ku hilbijartin wê li gorî bendên Hevpeymana Civakî werin lidarxistin û li gorî wê dê sazûman û navên nû yên saziyên Rêveberiya Xweser werin diyarkirin.

Şamûn di dawiya de diyar kir ku ”Ji îro ve em ê dest bi avakirina komîteyan bikin da ku di çend rojên bê de ev komîte dest bi karê xwe bikin.”

Hevpeymana Civakî ya nû ket meryetê

Back to top button