Trump: Amerîka di asta belavbûna vîrûsê de, ji lotkeyê ber bi jêr ve diçe

Li Cîhanê qurbaniyên vîrûsê sedhezar kes derbas kir û nêzî milyonek û 700 hezar jî bi vîrûsê ketine. Li Amerîkayê jimara kesên bi Coronayê ketine nezî nîv milyonî bûye.   

Li Amerîkaya ku bûye navenda yekem ya belavbûna vîrûsê, heya niha nêzî nîv milyon kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 18 hezar kes jî mirine.

Îro serokê Amerîka, Donald Trump, got ku Amerîka di asta belavbûna vîrûsê de, ji lotkeyê ber bi jêr ve diçe.

Trump anî ziman ku ew bawer dike wê kêmî 100 hezar kes li welêt bi vîrûsê bimirin.

Her wiha li girtîgeheke Amerîkayê jî bi sedan kes bi vîrûsê ketin.

Back to top button