Parlamentera Awûstralyayê Kalîyanda jî tevlî pêngavê bû

Parlamentera Partiya Karker a Awûstralyayê Charîhma Kaliyanda tevlî çalakiya ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ bû û beşek ji pirtûka Davîd Graeber xwend.

Parlamentera Partiya Karker a Awûstralyayê Charîhma Kaliyanda tevlî çalakiya ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ bû û peyamek bi dîmen weşand û got:

“Ez beşa 15’emîn a pirtûka ‘Weke ramangerekî li ser yekîtiya teorî û pratîkê Ocalan’ dixwînim ku ji aliyê aktîvîst, zanyar û antropologê Emerîkî ve hatiye nivîsandin.

Dixwazim li ser rewşa Abdullah Ocalan çend gotinan binivîsînim.

Gelek berhemên xwe yên ji gelek bergan hene

Ev hemû nivîs jî di nava şert û mercên welê de nivîsand ku derfetê xwe yê bikaranîna înternetê nîne, weke materyalên lêkolînê jî tenê sûd ji sê pirtûkan wergirt.

wiha destûr jê re hate dayin ku tenê van nêrînên xwe li pêşiya dadgehê bîne ziman.”

Parlamentera Sydneyê ya ji ALP’ê Charîhma Kaliyanda ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd bang kir ku Rêber Apo tavilê azad bibe.

Gelên Latîn Emerîkayê pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînin

Back to top button