Artêşa Tirk a dagirker kampa Eyn Îsa û gundekî Şêrawayê topbaran kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.
Vê carê artêşa dagirker berê topên xwe da navçeya Eyn Îsa yê.
Artêşa kampa Eyn Îsa û rêya M4 kir armanca topên xwe.
Doh derengiya şevê jî heman artêşê gundê Kilotiyê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.
Rojane dewleta dagirker êrişî herêmê dike. Bi top û dronan û her cure çek êriş dike.
Tevî ku ev êriş li pêş çavê cîhanê tê kirin jî lê her kesî xwe li bêdengiyê daniye.