Artêşa Tirk a dagirker gundê Kilotiyê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.
Vê carê artêşa dagirker berê topên xwe da navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî.
Û gundê Kilotiyê yê navçeyê kir armanca topên xwe.
Rojane dewleta dagirker êrişî herêmê dike. Bi top û dronan û her cure çek êriş dike.
Tevî ku ev êriş li pêş çavê cîhanê tê kirin jî lê her kesî xwe li bêdengiyê daniye.