Rêveberiya kampa Holê derbarê zindîbûna DAIŞ’ê de hişyarî da

Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, yek ji kampên herî xeter yên cîhanê ye.
Rêveberiya kampê der barê gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê daxuyaniyek da aliyên peywendîdar li ser zindîbûna DAIŞ’ê hişyar kir.

Rêveberiya Kampa Holê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Hevseroka kampa Holê Hemrîn Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de gef û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de Rûsya, DYA’yê û Koalîsyona Navnetewyî li ser gef û êrişên dewleta ‎Tirk hatin hişyar kirin û hat gotin ku wê ev êriş rê li ber karesateke mirovî veke û wiha hat gotin,

“gefên dewleta Tirk û êrişên domdar li dijî Bakur û ‎Rojhilatê Sûriye rê li ber rêxistinên terorîst ên li Sûriye bi taybet ên di kampa Holê de ne vedike ‎ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.

Di dawiyê de bang li li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku dorpêça li ser herêmên Rêveberiya ‎Xweser rakin û rê li ber sûc û êrişên dewleta Tirk bigirin.

Back to top button