Rûspî û şêniyên bajarokê Baxozê yê Dêrazorê qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tir a dagirker şermezar kirin.
Rûspiyê bi navê Hewas El Casim siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.
Ji dewletên erebî û yên îslamî tê xwestin ku bikevin tevgerê û zexta li ser Rêveberiya Xweser kêm bikin.”
El Casim bi bîr xist ku dewleta Tirk dest danî ser para gelê Sûriyeyê ya ava çemê Firatê û wekî kaxezekê zextê li dijî wê bi kar tîne ..
Welatiyê bi navê Mihemed El Taimê yê ji Baxozê jî got:
Qutkirina ava Firatê sûc bi xwe ye, armanc jê qetilkirina gelan û şerê dijî debara wan e.