”Ger avahî neyên hilweşandin wê encamên nebaş bi xwe re bîne”

Erdheja ku çêbû zirar gihand avahiyên li Şêxmeqsû û Eşrefiyê.
Ji bo wê biryara hilweşandina wan avahiyan hat dayîn.
Lê ji ber dorpêça hikûmeta Şamê xebatên hilweşînê dereng mane.

Nehilweşîna van avahiyan jiyana xelkê her du taxan di xeteriyê de ye.

Hîna jî nehatine hilweşandin, ji ber ku alavên pêwîst ji bo hilweşînê tune ne.

Hikûmeta Şamê dorpêçê ranake û nahêle alavên pêwîst derbas bibin.

Şaredariya Gel a her du taxan hewl dide bi derfetên xwe xizmetê bike.

Endazyar û endamê Nivîsgeha Pîşeyê ya Şaredariya Gel Hisên Ehmed derbarê mijarê de axivî.

Hisên Ehmed dibêje 12 avahî hene divê bi awayekî lezgîn werin hilweşandin û got:

”Piştî malên welatiyan derizîn, welatî berê xwe da kon, hol, dibistan û mizgeftan.

Alavên pêwîst tune ne da ku mal werin sererastkirin.

Her ku sererastkirina wê dereng ma, dê encamên nebaş li ser jiyana welatiyan çêke.”

Back to top button