Di encama erdheja ku qewimî bandor li Sûriyeyê jî kir de.
Li Şehbayê jî ziyan gihişt hin dibistanan.
Tevî vê yekê , xwendekarên kantona Efrîn û Şehbayê bi israr in ku perwerdeyê xwe temam bikin.
Li gorî tespîtên endazyaran du dibistan ji xizmetê derketin ..
Bi armanca ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê 55 kon vedane.
Rêvebera Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê Irûba Xelîl derbarê mijarê axivî..
Irûba Xelîl diyar kir ku me kon vedan da ku xwendekar perwerdeya xwe tê de dewam bikin û got:
Di havînê de wê pileya germaniyê bandorê li xwendekaran bike..
Ambargoya ku hatiye ferzkirin jî û êrişên domdar ên dewleta Tirk jî wê bandorê bikin..”
Xwendekarê bi navê Îbrahîm Ehmed diyar kir nb ku tiştek li pêşiya domandina perwerdeyê nabe asteng..