Ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad ragihand ku li hemberî her êrişeke dagirkeriyê ya Tirkiyê vebijêrka wan a yekane berxwedan e.
Têkildarî liv û tevgera leşkerî ya dagirkeran a li herêmê Xabûr Akad ev tişt anî ziman:
“Artêşa dagirker hêza xwe bi çekên giran li baregehên xwe yên derdora navçeyê zêde dikin.
Her wiha welatiyan û gundên ewle dikin hedef da ku moralê şêniyên herêmê bişkînin.”
Em amade ne li hemberî her êrişekê bisekinin .”
Xabûr Akad diyar kir ku Armanca me rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad bang li gelê herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin, li kêleka hêzên leşkerî bin.



