Dadgeriyê daxwaza parêzeran a berdana rojnamevanan red kir

Berî niha li Amedê bi hev re 20 rojnamevan ji aliyê hikumeta faşît a AKP’ê ve hatibûn girtin.
Piştî vê parêzerên wan, biryara girtina wan red kirin û daxwaza berdan wan kir.
Herî dawî ev daxwaz ji aliyê dadgeriyê ve hat redkirin.

8’ê Hezîrana 2022’yan 20 jê rojnamevan 22 kes li Amedê hatibûn bincavkirin.

Piştî 8 rojan sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin.

Ji 22 kesan 16 rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.

Piştî vê parêzerên rojnamevanan 22’yê Hezîranê serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê dabûn û xwestibûn rojnamevanên girtî bi awayekî negirtî bên darizandin.

Dadgeriyê jî piştî 18 rojan biryara xwe ragihand.

Tê de daxwaza parêzeran a berdana rojnamevanan red kir û biryara domandina girtina wan da.

Back to top button