Gelê Arjantînê ji ber rewşa welêt a xerab daket kolanan

Piştî serhildana gelê SrîLankayê ya ji ber krîza aborî û siyaseta hikûmetê, gelê Arjantînê jî li dijî krîza aborî û siyaseta desthilatê rabû û xwepêşandaneke girseyî lidarxist.

Li paytext Buenos Aîresê Arjantînî li hemberî polîtîkayên hikûmetê û krîza aboriyê daketina qadan.

Xwepêşander heta koşka serokatiyê meşiyan û sloganên rewşa welat a xerab berz kirin.

Desthilata Arjantîn ji bo xwe ji vê krîzê xilas bike meha borî ji Fona Diravî ya Navneteweyî IMF pere deyn kirin, lê ew jî nebû çareserî.

Gel daket qadan û banga îstîfaya hikûmetê kir.

Xwepêşanderan ragihandin ku ew ê dest ji kar berdin û greva giştî bidin destpêkirin.

Gelê Srîlankayê jî beriya çend rojan daketin qadan û dest danîn ser koşka serokatiyê û saziyên desthilatê.

Back to top button