Salvegera 9’an a komkujiya şaredariya Qamişlo

Sala 2014’an careke din li Qamişlo komkujiyek pêk hat..
Rojek beriya salvgera Serhildana Qamişloyê ya 2004ʹan, çeteyên DAIŞʹê êriş avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo kir.
Di encamê de 11 endamên şaredariyê şehîd bûn.
Şaredariyê bi vê yekê bi xurtkirina rêxistinbûyîna xwe û berfirehkirina çarçoveya xebatên xwe bersiv da êrişê.

11ʹê Adara 2014ʹan ..

Wê rojê çeteyên DAIŞʹê êrişî avahiya şaredariya Qamişlo kir û komkujiyek pêk anî.

Di encamê de 11 endamên şaredariyê şehîd bûn.

Di wextekê de ku endamên Şaredariyê amadekariyên bîranîna şehîdên Şerhildana Qamişloyê dikirin..

Ev komkujî piştî demeke kurt ji ragihandina Rêveberiya Xweser li sê kantonên Rojava hate kirin.

Şaredariyê bi pêşxistina xebata xwe bersiv da komkujiyê

Armanc ji êrişê ew bû ku Rêveberiya Xweser têk bibin..

Lê armanc negiya serî ..

Şaredariyê bi israreke zêdetir a ji bo rêxistinê û berfirehkirina çarçoveya xebatên xwe ji êrişê re bû bersiv..

Şaredariya Gel a Qamişloyê di nava 9 salan de çarçoveya xebatên xwe berfireh kir û projeyên mezin pêk anîn.

Şaredariya ku berê xizmetên wê sînordar bûn, lê bû zemîna damezirandina şaredariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê..

Her wiha bû tovê ku Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pişta xwe didê.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb derbarê salvegera 9’an a komkujiyê axivî..

Silêman Ereb anî ziman ku êrişa li ser Şaredariya Qamişlo bi zanebûn bû ..

Armanc jê hedefkirina Rêveberiya Xweser bû.

Back to top button