Parlementer û şîrovekarên siyasî diyar dikin ku wê parlementoya Iraqê li ser êrîşên Dewleta Tirk yên li ser axa Iraqê bicivin.
Parlamenterê Iraqê Samir Ziyab ragihand ku parlamentoya Iraqê wê derbarê êriş û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li ser Iraq û başûrê Kurdistanê de bicivive.
Samir Ziyab di berdewamiya nirxandina xwe de êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê bi bîrxist û got:
Pêwîstî bi bersivdanê heye.”
Adil Manih: Divê li dijî bêdengiya PDK û hikûmeta Iraqê lêpirsîn bê destpêkirin
Şirovekarê Siyasî Adil Manih jî îşaret bi bêdengiya li beramberî êrişan kir û ev nirxandin kir:
“Divê PDK û aliyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwestbin.
Divê hikûmeta Iraqê balyozxaneya Tirkiye ya li Bexdayê bang bike û nerazîbûna xwe ya li ser êrişan nîşan bide. Ev eşkere binpêkirina serweriya Iraqê ye.
Adil Manih xwest di derbarê wan kes û aliyên ku piştgiriyê didin êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê pêkwere lêpirsîn were destpêkirin.
Sengeser-Nêzê asayîşa PDK’ê balafireke bê mirov a Tirkiyê ket xwarê