Li bajarê Sengeser yê li Başurê Kurdistanê balafirekî bê mirov yê dewleta Tirk kete xwar.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê berdewam dikin.
Hikûmeta Başûrê Kurdistan û ya Iraqê li hembe van êrişên dagirkeriya Tirkiyê bêdengin.
Rojane dewleta Tirk bi rêyên bejahî û asîmanî êrişên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê berdewam dike.
Ewqas liv û tevgera esîmanî ya artêşa dagirker zêdeye ku îro li nêzî gundê Zurgan a ser bi bajaroka Sengeser balafira bê mirov a dewleta tirk a dagirker ket xwarê.
Sedema ketina balafira dagirkeriya tirkiyê nehat zanîn.
Ew lafir çi wir digere û sedema ketina wî ji aliyê rayedarên hikûmeta Iraq û başûrê kurdistanê ve nehatiye diyar kirin.
Ya balkêş ev balafir nêzî asayîşa PDK’ê ya heremê ketiye xwarê.