Erdogan: Em ji Sûrî dernakevin

Şefê rejîma faşîst yê Tirkiyê Erdogan beriya tûra xwe ya welatên Kendavê got, ew ê ji xaka bakurê Sûrî ya dagirkirî dernekeve.

Bi hincet û çav-girtinê, dewleta Tirk a qirker hebûna xwe ya di xaka Sûrî de mayîn de dike.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya welatên Kendavê, ev yek bi awayekî eşkere dubare kir.

Erdogan di civîna çapemeniyê de li ser armanca xwe ya serdan û Sûriyê axivî.

Erdogan diyar kir ku ew dikarin bi Serokê hikumeta Şamê Beşar Esad re hevdîtinê bikin û got,

“Mixabin ew dixwaze Tirkiye ji Bakurê Sûriyê derkeve.

Ji ber ku em li wir li dijî terorê şer dikin, ev yek pêk nayê.”

Welatên Ereb yê Erdogan serdana wê bike, wê ji bo vê mijarê helwestek çawa nîşan bide jî tê mereqkirin.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Şamê bû

Doh jî piştî şerê li Sûrî cara yekem Serokwezîrekî Iraqê li Şamê bû.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Serokê Hikumeta Şamê Beşar el Esed re civiya.

Esed: Tirkiye hevkariya terorê dike

Di civîna çapemeniya hate dayîn de, îşaret bi rewşa li Sûrî û têkliyên di navbera herdu welatan de hate kirin.

El Esed got, peywendiyên wan bi Iraqê re dîrokî û bihêz in.

Serokê hikumeta Şamê bêyî ku bi nav bike, dewleta Tirk rexne kir û got:

“Hinek welatên cîran bi awayekî rasterast destê wan di terorê de hebû.

Para Iraq û Sûriyê ji ava Feratê didizin û ziyanê digihînin Sûriyê û Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî îşaret bi yekparbûna xaka Sûriyê kir.

Balkêşe beriya serdana Sûdanî ya bo Sûriyê bi 3 rojan, di navbera wî û şefê rejîma Tirkiyê Erdogan de, peywendiyek telefonî pêk hatibû.

Back to top button