Li Parlamena Swêdê, polîtîkaya belavkar û êrîşkar a Erdogan hat nîqaşkirin û banga derxistina PKK ji lîsteya terorê hate kirin.
Parlamentera Serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh ji Wezîra Derve ya Swêd Ann Lînde re got:
“Heta PKK di lîsteya “rêxistinên terorîst” de bê hiştin, wê Kurd timî bibin armanca êrîşên Tirkiyê.
Ji bo Kurd û hêzên demokrasiyê ji êrîşan bên rizgarkirin, divê Swêd PKK’ê ji lîsteya terorê derxe.”
Kakabaveh anî ziman ku dewleta Tirk beşek ji Bakurê û Rojhilatê Sûrî dagir kiriye û li Başûrê Kurdistanê jî sivîlan bombebaran dike.
Ann Lînde diyar kir ku hikumeta Swêdê binpêkirina dewleta Tirk ji qanûn navnetewî re cidî dibîne û got:
“Divê Kurd, Suryan û Êzidî bên parastin. Em dixwazin ku Tirkiye ji herêmê vekişe.”