Kongra Star di çalakiyên li dijî tecrîdkirina rêber Ocalan de, bi sernavê “Pirsgirêka jin û siyasetê di nêrîna rêber Ocalan de ” panel li dar xistin.
Panel li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê hat lidarxist.
Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku beriya avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê temsîla jin di civakê de kêm bû, lê tevgerê û rêber Ocalan girîngiyeke mezin da jinan.
Pêkhateyên asurî jî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga hevgirtin û xurtkirina çalakiyan kir û gotin:
“Bi saya felsefeya rêber Ocalan me maf û erkên xwe nas kir, em serbilind in ku rêberekî me be.”
Li bajarê Hesekê jî, Kongra Star panelek bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û meclisên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Dermokratîk a Herêma Cizîrê li dar xist.