HPG: Dewleta Tirk xwe li sekna heybet a gel û gerîla ranegirt û êrişên berfireh pêk anî

Êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî xwe li sekna bi heybet a gelê me û gerîla ragire, bombebaraneke giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Gelê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi ruhê berxwedan û serketinê yê hêzên me yên gerîla ku li Mamreşo, Zendûra, Girê Sor û Werxelê berxwedaneke dîrokî kirin, herikî qadên Newrozê.

Hêzên me yên gerîla jî Cejna Newrozê li her qada ku lê ne bi coş û bi merasîmên bi heybet pîroz kirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî xwe li vê sekna bi heybet a gelê me û hêzên me yê gerîla rabigire, êrişên berfireh û giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî.”

Li gorî daxuyaniyê di navbera 12 û 21’ê Adarê de gelek qadên bi ser Avaşînê, Garê, Metînayê, Zapê û Xakurkê bi balafirên şer, helîkopter, obus û hawanan hatin bombebarankirin.

HPG’ê ragihand di van êrişan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button