Hevpeymana Fetih bi awayekî fermî daxwaza betalkirina encaman ki

Aloziya Iraqê bi hilbijartinan jî çareser nebû berovajî wê, kurtir bû. Hevpeymana Fetih bi awayekî fermî daxwaza betalkirina encamên hilbijartinan kir.

Endamê Polîtburoya Tevgera Esayib ku beşek ji Hevpeymana Fetih e, Mihemed Rebîhî eşkere kir wan ji bo betalkirina encamên hilbijartinê fermî serî li dadgehê dane.

Hevpeymana Fetih bi serokatiya Hadî Amirî di hilbijartina berê de, 47 kursî bi dest xistibû, lê di hilbijartina 10’ê Cotmehê de 17 kursî bi dest xistin.

Hevpeymana fetih bi îdaya di hilbijartinê de sextekarî çûbûye serdana komîsyona hilbijartinê kir û di encamê de du kursiyên wê zêde bûn.

Hevpeymana Fetih partiyeke sereke ji yên Fetih e û di hilbijartinan de 444 hezar û 726 deng wergirtibû.

Back to top button