Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî da malbata şehîd Ferhan Temê û Ferhan Xelef.
Di 25′ê Kanûnê de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Qamişloyê Ferhan Temê û Ferhan Xelef şehîd bûn. Ji bo sersaxiyê, li gundê Dugir û gundê Sîha ên navçeya Cizîrê konê sersaxiyê hate vedan.
Bi sedan xelkê navçeya Tirbespiyê sersaxî da malbata şehîd Ferhan Temê û Ferhan Xelef.
Endamên saziyan, Kongra Star, malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û bi sedan şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.
Di bin konê sersaxiyê de, li ser navê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û got:
“Di şexsê şehîd Ferhan Temê , Ferhan Xelef de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin.
Em bejna xwe li ber wan ditewînin.”



