Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê ji ber gefên dewleta Tirk bang li NY kir

Meclisa Rûspiyan a êlên Herêma Cizîrê gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li NY`yê kir ku li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker bi erka xwe rabe.

Rûspiyên êlên Kurd, Ereb û Suryan li ber avahiya Meclisa Rûspiyan ya li navçeya Dêrikê kom bûn û têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal û Dêrikê daxuyaniyek da.

Berdevkê meclisê gef û destwerdanên dewleta Tirk şermezar kir û weha got:

Ji bo bidawîkirina xetereya li ser tevahî gelê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, divê tevahî rêxistinên mafên mirovan, Meclisa Ewlehiyê ya NY û hikumeta Şamê bi erka xwe ya mirovî rabin û sînorekê ji êriş û gefên dewleta Tirk re deyne.

Back to top button