Wê di vê hefteyê de danûstandinên navbera PYNK û ENKS’ê dest pê bikin

Hate ragihandin ku wê di vê hefteyê de danûstandinên di navbera PYNK û ENKS’ê ji nû ve dest pê bikin.
Hate zanîn ku wê mijarên Rêveberiya Xweser û mijara leşkerî werin nîqaşkirin.

PYNK û ENKS amadekariyên destpêkirina gera sêyemîn a danûstandinan yên bi navbeynkariya Amerîkayê û bi însiyatîfa ku fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî sala 2019`an ragihandibû, dikin.

Di vê çarçoveyê de, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di 31`ê Çileyê de, li ser Twitterê nivîsand û got:

“Armanca me serxistina danûstandinên di navbera ENKS û PYNK`ê de ye.

Ji erka hemû kesî ye ku amadekariyên pêvajoya yekîtiyê bikin, da ku em di rojên pêş de dest bi pêvajoyeke nû bikin.”

Li gorî rayedarên her du aliyan, tê payîn ku ev pêvajoya ku di hefteya pêş de were destpêkirin, pêvajoyeke dijwar be.

Ji ber ku hin noqteyên ku di pêvajoya duyemîn de lihevkirin li ser çênebûye û taloqî pêvajoya sêyemîn bûne anku mekanîzmaya nûnertiya ENKS`ê di Rêveberiya Xweser de û mijara ‘Pêşmergeyên Roj’ mijarên giring ê van hevdîtinan bin.

Li gorî endama danûstandinanê a di nava şandeya PYNK`ê de Sema Bekdaş, tê payîn ku pêvajoya sêyemîn a diyalogên di navbera PYNK û ENKS’ê de, piştî ku nûnerên Wezareta Derve ya Amerîkayê gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi her du aliyan re bi awayekî cuda civiyan, di hefteya pêş de were destpêkirin.

Sema Bekdaş da zanîn ku mijarên di pêvajoya sêyemîn de werin nîqaşkirin derbarê nûnertiya ENKS`ê di nava Rêveberiya Xweser de û dosyaya leşkerî ye.

Sema got:

“Em ê mijara yekemîn anku nûnertiya ENKS`ê di Rêveberiya Xweser de nîqaş bikin, lê derbarê mijara leşkerî û derbasbûna pêşmergeyan de, em wek PYNK vê mijarê dihêlin ji QSD û ENKS`ê re.”

Danûstandinên di navbera PYNK û ENKS’ê di 2019`an de dest pê kir.

Gera duyemîn a danûstandinan di Mijdara 2020`an de ji ber hilbijartinên Amerîkayê hatibû rawestandinan.

Back to top button