Dagirkeran ji navçeyên Şera û Mabata yên Efrînê 5 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, ji navçeyên Şera û Mabata yên Efrînê 5 sivîlên din revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûriyê diyar kir ku 3’ê Sibatê, li navçeya Şera çeteyan ji gundê Qeretepe şêniyê bi navê Mihemed Şêx Mihemed û ji gundê Mereskê şêniyê bi navê Ebdilhenan Xelîl revandin.

4’ê Çileya derbasbûyî, li heman navçeyê, çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Zîbo (70) û kurê wî Umer Mihemed yên ji gundê Duraqliya revandin.

Li navçeya Mabata jî, çeteyan şêniyê bi navê Şêx Ehemd Izet Elo (55) yê ji gundê Eyn Hecerê revand û pereyên ku di malê de dizîn.

Çeteyan ji bo standina pereyan ew sivîl revandin, heya niha jî çarenûsa kesên ku hatin revandin ne diyar in.

Dagirkeran li navçeya Şiyê 40 darên zeytûnê birîn

Li aliyê din, çeteyan 40 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Kemal Mihemed Nebî yê ji gundê Hêkiçê yê Şiyê birîn.

Li heman navçeyê jî, çeteyan li her serê pezek an bizinek 50 lîreyê Tirk bac ferz kirin.

Back to top button